spacer ABC’ya dinê – Gelo ev çiye? | Berpirsîyar | Copyright | Koma proyektê

ABC ya dinyayê – Gelo ev çiye?

ABC´ya Dinê di nava zimananda geraneke.Bêje di nav wê geranêda bi deng û dîmen têne xûyakirin. Ew bingeha xwe ji Kurdî digre, ji bêjê û gotinên ku baş tên nasîn berhevbuye. Bêje bi nîvîs û deng tê dayîn û bi dîmenekê tê ber çavan. Li gel bêjeyê, bêjeyên ku kêm an zêde tekîlîyên xwe hene tên dayîn.

ABC´ ya Dinê ferhengek nîne ku, maneya dinê kur û fireh bide fêrkirin û li ser vê bingehê bixebite. Ji vê dûr bi xwera rêyek radîkal ya din digre. Navaroka bingehê ewe kû, mirov bi çawên zimanên din ve bikare mêza dinê bike. Li vir qîymeta zimanên ku têne şuxulandin wekhev dimîne. Bi kwirtî ABC´ya Dinê; govenda zimanan ku, nav mejûye mirovanda heye, li ser rûpelên internetê dide xûyakirin.

Bi wî awayî curbecurî pêşva tê, bi bêje û gotinên ku maneya wan sedansed zelalin, şûhlîbuna ziman tê bertarafkirin Berku nava vê şûhlîbunêda mabeyna zimananda xelefîyek nemîne, tişten ku tên nîvîsandin û gotin bi dîmenekê jî têne nîşandin. Bi vî awayî şûhlîbuna ziman hole te rakirin.

Ferqîya bihîstin û xwendina zimanê dayîkî her waha dimîne.
Va kontrasta dereca rastîhevhatinêda zimana yek dike.
„Zimanê bêdeng“ ku zanîna şexsîda cîye xwe girtîye, li hember zimanê nû jêrdest nabe, qîmeta xwe diparêze û dewlemend dibe.
Di destpêka proyekta elmanîda (WeltABC) tenê çar bêje hebun: kulîlk, çêlek, quşxane û kêr
Em man nava heyîrîyêda ku, di demek kwirt da bi çar bêjeyan çi peyda bu.

Ez çawa dikarim li gel karbikim?
spacer